المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriya civîna xwe ya asayî li darxist.

0 120

Encûmena Niştimanî ya Kurd roja Yekşemê 4ê Sibata 2024an li ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî ji bo meha Sibatê lidar xist.

 

Bi amadebûna Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Mamoste Nemat Dawûd û endamên desteya serokatiyê Mamoste Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Fesla Yûsif, Feysel Yûsif, Ebdul Barî Xelef û Zehra Ehmed.

 

Û bi amadebûna piraniya endaman.

 

Û di civînê de çendîn mijar hatin gotûbêjkirin û di vê derbarê de endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd birêz Mihemed Îsmaîl ji malpera me re ragihand:

 

“Biryarên Encûmena Niştimanî ya ku di 3 mehên borî de hatibûn girtin, hatin nirxandin.

 

Ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî nêrîna xwe ya siyasî ya ku di kongireya xwe ya dawî de hatibû amadekirin û pesendkirin didomîne, û siyaseta Encûmena Niştimanî ya parastina mafên gelê kurd li Kurdistana Sûriyê û li ser astên herêmî û navdewletî yên Sûriyê tekez kir.”

 

Û ji rexekî din ve endamê desteya serokatiyê tekez kir ku amadebûyan pêşhatên dawî yên deverê, beranber û bandorên şerê berdewam li deverê û encamên metirsîdar ên ku dibe ji kêşeyên heyî yên di navbera hêzên leşkerî yên cîhanê de, gotûbêj kirin. ”

 

Li ser asta rêxistinî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Mihemed Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî aktîvkirina hemû ofîs û komîteyên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Eniya Aştî û Azadî û Itîlafa Niştimanî Sûrî piştrast kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.