المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR:ŞANDEKE JI NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ BI ENDAMÊN PÊWENDIYÊN PDK-Î CIVIYAN.

0 135

 Şandeke nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê li gel endamên Ofîsa Pêwendiyên Partiya Demokrata KurdistanÎ – Îranê civiyan.

 

Di roja Çarşemê 13.12.2023,an de, şandeke Komîteya Pêwendiyên Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi Ofîsa Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê li bajarê Hewlerê ya paytexta Herêma Kurdistanê civiya.

 

Şanda nûneratiyê ji rêzdar:

-Salih Cemîl Serokê Nûnertiyê

-Seîd Hemê Cîgirê Serokê Nûnertiyê

-Raman Mele Serokê Komîteya Pêwendiyan

-Hesen Hesen Endamê Komîteya Pêwendiyan pêk hatibû.

 

Herwiha Şande bi germî ji aliyê Birêz: -Mihemed Salih Qadrî Berpirsê Nûneratiya PDKÎ li Hewlerê

-Amanc Zîbayî Cîgirê Berpirsê Nûneratiya PDKÎ li Hewlerê

– Hesen Kakilî Endamê Nûnertiya PDKÎ li Hewlerê.

Şanda nûneratiyê piştî bixêrhatinê şanda nûneratiyê, behsa rewşa siyasî bi giştî û Kurdistanî bi taybetî li ser asta navdewletî û navçeyî kir, şanda mêvan behsa şoreşên ku li rojhilatê Kurdistanê diqewimin û gelên Îranê yên ku bi şehîdên xwe hatine gurkirin, kirin. (Jîna Amînî) ku bû çirûsk û sembola vê şoreşa pîroz, niha jî hêvîdar e ku ev şoreş berdewam be heta ku daxwazên wê yên mafdar pêk werin.

 

Di berdewamiya axaftina xwe de birêz Mihemed Salih Qadrî behsa rewşa Rojhilatê Kurdistanê û girîngiya vê şoreşê kir û tekez kir ku gelê Kurd bi hesreta azadiyê ye û tevî ziyanên mezin ên mirovî û tundiya hovane ya rejîma melayan, şoreşa gelên Îran û Kurdistana Îranê bi hêza xwe ya nerm li dijî desthilatdartirîn rejîma dîktator a şovenîst berdewame û tekez kir ku şoreş dest pê kiriye, li bajarên Kurdistanê û li Belûşistan û Erebistanê û di nav Tirkmen û Azeriyan de û gelê Fars jî bi xurtî tevlî vê şoreşê bû.

 

Di dawiyê de, wî hêvî xwest ku nûçeyên baş li ser Kurdistana Sûriyê jî bibihîzin, û ku kurd di rêz û pêgeha siyasî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê yekrêziyê pêk bînin.

 

Her du alî tekez li ser peywendiya berdewam kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku ev hevdîtin ji bo danûstandina bîr û zanyariyan di derbarê Kurdistana Îranê û Kurdistana Sûriyê de kêrhatî ne.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.