Li Swêdayê xwepêşandan li dijî rêjîma Esed di roja xwe ya 121 ê de berdewam e.
Roja înê 15ê berçileya 2023an,xelk li meydana Elkeramê ya li bajarê Swêdayê xwepêşandaneke nû li darxistin, û daxwaza rûxandina rêjîma Esed kirin.
Û bi sedan şêniyên Swêdayê ji hemû pêkehateyên deverê amadebûn, û siloganî hatine bilindkirin û têde nerazîbûna xwe ji rêjîmê re anîn Ziman û daxwaza rûxandina rêjîma Esed kirin.
Zêdetirî Sê mehane xwepêşandan li Swêdayê li dijî rêjîma Sûriyê berdewamin, hîn jî karaktêra xwe ya aştiyane û dirûşmên ku daxwaza başkirina rewşa jiyanê û ewlehî û guhertina sîstema desthilatdar dikin û cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî