المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DESTEYA SEROKATIYÊ Û OFÎSA KARÛBARÊ ENCUMENÊN XWECIHÎ YA ENKSÊ LI GEL XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVIYAN.

0 156

Desteya Serokatiyê û Ofîsa karûbarê Encumenên xwecihî yên ENKSê li gel

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Pêncşemê, 1.2.2024an de, civiyan.

Şanda Serokatiyê ji M. Nihmet Dawid Serokê Encûmenê, Ebdulbarî Xelef Endamê Serokatiyê û Mamoste Fewaz Benko Endamê Ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî pêk dihat.Û bi amadebûna hemû endamên ji xwecihiya Dirbêsiyê.

 

Di destpêka civînê de, ji aliyê serokê xwecihiya Dirbêsiyê birêz Mihemed Nasir ve şande hate pêşwazîkirin û ji bo rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê deqeyek rêzgirtin li ser canê şehîdên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de yê Barzaniyê Nemir hate xwestin.

Piştre Serokê Encûmenê birêz Nihmet Dawid behsa dawîn pêşhatên siyasî yên li qada navdewletî, herêmî û navxweyî kir, bi taybetî rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurdî û helwestên wê yên siyasî yên bingehî derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê,li gorî biryarên navneteweyî.

 

Herwiha Serokê Encûmenê tekezî li ser pêwîstiya kar bo aktîvkirina Encûmenê kir, bi taybetî di nava refên opozisyona Sûriyê û derve de.

 

Dawid behsa armanckirina sazîyên girîng û binesaziya li Kurdistana Sûrîyê ji alîyê dewleta Tirk ve kir.

 

Ji aliyê xwe ve mamoste Ebdulbarî Xelef tekezî li ser pêwîstiya kar bo dîtina mekanîzmekê kir ku bi hev re kar bikin ji bo çalakirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî di nav girseyan de bi awayekî berfireh.

 

Herwiha di civînê de, çendîn pêşniyar û daxwaz ji aliyê Xwecihiya Dirbêsiyê ve hatin pêşkêşkiri.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Mihemed Nasir ve hat xwendin û hate nîqaşkirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.