المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HELBESTVAN Û NIVÎSKARÊ KURD MEHMÛD SEBRÎ LI BAJARÊ HESEKÊ KOÇA DAWÎ KIR..

0 117

Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937ê de, li gundê Çetela Kîkan, yê ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye, zarokîniya xwe li gundê Melek, devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. di heftsaliya xwe de, li nik melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye û paşî wergirtina bawernameya Sertefîka, li Dêrazorê 3 salan mamostayî kiriye.

 

Di sala 1965an de bawernameya Bekelorya bidest xistiye, di sala 1970ê de bawernameya Lîsansê ji zangoya Şamê, beşê mafnasî û yasayê bidest xistiye.

 

Berhemên Mehmûd Sebrî yên kurdî û çapbûyî ev in:

1- dîwana (nîgarên kul û derdên jiyanê).

2- dîwana (doza giran) beşê yekem.

3- Dîwana (doza giran) beşê duwem.

4- Şirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geştek li nav baxê ristên Cizîrî) beşê yekem.

5- Şirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geştek li nav baxê ristên Cizîrî) beşê duwem

6- Nerînek di terazûya ristên kurdî de.

7- Hin hest û ramanên netewî û civakî.

8- Nasnameya Kurdî li Sûrya.

 

Mehmûd Sebrî sernivîserê Govara Xunav bû, û endamê komîta amedekar ya mihrecana Helbesta kurdî bû û hem jî endamê komîta rexnegeriya helbestan bû.

Mehmdê Sebrî li sala 1959 de tevlî partiya demokrata kurdistana Sûriyê bûye.

 

Her wiha yek ji damêzrenêrê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya bû (YekîtiyaNivîskarên Kurdistana Sûriya).

Di18.7.2023an de, li bajarê Hisiça- Rojavayê Kurdistanê di temenê 86 saliyê de ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

 

 

Jêder:Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.