المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera Heştemîn a şehadeta hejmarek ji pêşmergeyên leşkerê Roj

0 42

Wek tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi navê ” Leşkerê Roj ” tên nas kirin , di 12/3/2012an de bi serpirştiya Serok ” Mesûd Barzanî ” hate damezrandin û li milê pêşmergeyên herêmê re şerên dijwar li dijî rêxistinên terorîst de beşdardbûn da ku milet û xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

 

Û hêzên pêşmergeyên leşkerê roj ji dema damezrandina wan ta niha bi hezaran şehîd û birîndar danîn…

 

Û herwiha ku di rojeke wek îro de di sala 2014an de çar pêşmergeyên Qehreman canê xwe ji dest dan…

 

Û navê wan şehîdan ev in :

– Nav: Yûsif Ebdulla Elî

Û şehîd ” Muherem Ilyas .

Û pakrewan” Cemîl Hisên Ehmed.

Û şehîd ” Segvan Ehmed Elî.”

Û hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst ên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyan de binvîsin û ji dema damezrandina wan ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên leşkerê roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.