المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BARZANÎ Û FERMANDARÊ HÊZÊN HEVPEYMAN BEHSA PROSEYA ÇAKSAZIYÊ DI WEZARETA PÊŞMERGE DE DIKIN.

0 114

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê Matiyo Makfirlîn proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de gotûbêj kirin.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, êvariya roja Çarşemê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Matiyo Makfirlîn û şanda pê re kir”.

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Di hevdîtinê de, proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge, yekrêzî û birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wê proseyê hatin gotûbêjkirin û li ser awayên çareserkirina wan pirsgirêkan û derbaskirina astengan, nêrîn û nêrînên xwe danustandin.”

Herwiha wê jêderî amaje bi wê yekê jî kir ku, her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku proseya yekgirtin û birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge wek pêwîst pêk nehat û gelek têbîniyên girêdayî vê mijarê hatin gotûbêjkirin.

 

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir, ku li gorî daxuyaniyê, tevî pirsgirêk û astengiyan, hemû hewlên bo serxistina proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge dê berdewam bin û pesnê rol û cesareta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo serxistina proseyê kir.

Û di daxuyaniyê de hat gotin, “Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyê bi giştî û komek mijarên hevbeş ên hevbeş gotûbêj kirin.”

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.