Home / Uncategorized / FÊSEL YÛSIF: EM SÛRÎ LI KÛ NE DI BÎRANÎNA WAN KESÊN KU ROJA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN PÎROZ DIKIN?

FÊSEL YÛSIF: EM SÛRÎ LI KÛ NE DI BÎRANÎNA WAN KESÊN KU ROJA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN PÎROZ DIKIN?

Di derbarê 74 salan ji ragihandina Cîhanî ya mafên mirovan, hevrêzê giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî -Sûriya û endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, Fêsel Yûsif,di daxuyaniyekê de, ku li ser rûpela xwe ya taybet li ser Fêyisbokê belav kir û got:

“Ma delîlek heye ku nakokî û nîqaşê qebûl neke, li ser xemsariya civaka navdewletî û hiştina gelê Sûriyê di navbera lepên mirin û koçberiyê de?

Tiştê ku hin welatên cîhanê yên biryargir li ser difroşin û sloganên mafên mirovan bilind dikin, pûç e”.

Herwiha Yûsif got:

“Mafên mirovan li Sûriyê, bi awayekî ferdî û komî, di her kêlî, deqe û çirkekê de, rastî destavêtin û binpêkirinê tên kirin..

Û em sûrî li kû ne di bîranîna wan kesên ku roja cîhanî ya mafên mirovan pîroz dikin?.

Herwih M.Fêsel Yûsif got jî:

“Çiqas bêbext in dirûşmên ku berjewendiyan dixemilînin û tenê ji bo berjewendiyan, ji hemû nirxên exlaqî bêpar in… Sûriye mînaka derewên dirûşmên mafên mirovan e”…

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.