المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SILÊMAN OSO: EM SOZ DIDIN GELÊ XWE KU EM DÊ BIMÎNIN PARÊZVANÊN DOZA GELÊ XWE Û DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN LI SÛRIYÊ.

0 53

Di derbarê 74 salan ji ragihandina Cîhanî ya mafên mirovan,Sekretêrê Partiya Yekîtî Kurdistanî û endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê,Silêman Oso,di daxuyaniyekê de, ku li ser rûpela xwe ya taybet li ser Fêyisbokê belav kir û got:

“Di 10.12.1948 an de.

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan qebûl kir.

Bi vê minasebetê di sala 1992an de serkirdayetiya hevbeş a sê partiyên kurdî bi boneya sîhemîn salvegera serjimêriya awarte li parêzgeha Hesekê daxuyaniyek belav kir, ku li gorî wê serjimariyê beşek ji gelê me yê kurd ji neteweya Sûriyê hatiye derxistin.

Ji ber vê daxuyaniya posterê ez ji aliyê asayişa Sûriyê ve hatim girtin û ji aliyê Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê li Şamê salek û nîv ceza li min hat birîn”.

Herwiha Oso got:

“Bi saya berhevkirina têkoşîna bi dehan salan a ciwanên Kurd, neteweya Sûriyê li Kurdên ku ji wê hatine tazîkirin, hate vegerandin.

Silav li giyanê hevrêyên me yên ku ji ber vê yekê bi me re hatin girtin.

– Silav ji hevalên me re yên ku hêj sax in û li pêşberî dadgehên awarte yên rejîmê vê dozê bi rûmet parastin”.

Silêman Oso herwiha got:

“Îro piştî derbasbûna 74 salan ji ragihandina Cîhanî ya mafên mirovan, hîn jî mafên mirovan li welatê min ji aliyê rêjîmê û desthilatdarên defakto li seranserê erdnîgariya Sûriyê tên binpêkirin.

Krîza Sûriyê derewa rêjîman û hikûmetên ku îdiaya pejirandina vê belgeyê dikin eşkere kir”.

Herwiha Oso got:

“Em soz didin gelê xwe ku em dê bimînin parêzvanên doza gelê xwe û demokrasî û mafên mirovan li Sûriyê”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.