المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Girgê Legê: Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya  serdana malbatên şehîdên leşkerê roj kir…

0 66

Şandek ji Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya şaxê ” Girgê Legê ,roja şemiyê 10ê Berçileya 2022an, serdana malbatên pakrewanên leşkerê roj kirin…

Û herwiha ev şanda Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya bi serokatiya xanim “Zakiya Elî” pêk hat..

 

Û ev şanda YJKSê serdana malbata pêşmerge ” Besam Xelaf, Comerd Mişo, Haşim Ebdulqadir kirin..

Û  derbarê vê serdanê de Xanim ” Zekiya Elî” gotinek pêşkêşkir û têde ser rol û xebata û têkoşîna pêşmergeyan kir û qehremaniya wan di parastina milet û sînor û xaka kurdistanê ji dijminan de behiskir..

 

Û ser beşdarbûna pêşmergeyên leşkerê roj di rûbirûbûna rêxistinên terorîst de kir û her tekez kir ku xwîna pakrewanên azadiyê nayê jibîrkirin û zindî dimîne di dilê her kurdekî de …

 

Û herwiha malbatên ve pakrewanan spasiya vê şandê kir ku her wê berdewam bin ser kar û xebata xwe ser şopa Barzaniyê nemir …

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.