المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ligel xwendekarên zanîngehên Efrînê civiya.

0 80

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî civînek li gel hejmarek ji xwendekarên zanîngehên bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê pêkanî û ji nêzîk ve agahdarî rewş û derdên wan bû.

 

Li gorî dezgeha xêrxwaziya Barzaniya li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ragihand ku “bi armanca lêkolînkirina rewş û êş û azarên wan ji nêzîk ve bi hejmarek ji xwendekarên zanîngehên Efrînê re civînek li dar xistiye.”

 

Herwaha got, kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji aliyê endamê desteya birêvebir û berpirsê dosyeya Efrînê birêz Rewac Hacî ve piştî xwarina nîvro pêşkêşî amadebûyan hat kirin û diyarî jî li ser xwendekaran hatin dabeşkirin.

 

Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî yekem saziya mirovî bû ku piştî erdheja Sibata 2023`an giheşte wê herêmê, alîkariya bajarên Efrîn û Cindirês û gundewarên wan kir.

 

Di 19ê Sibata 2023an de li navenda bajarê Efrînê bi awayekî fermî ofîsa xwe vekir, da ku alîkariyên mirovî ji bo kesên di erdhejê de ziyan dîtine berdewam bike.

 

Di 4ê Hezîrana 2023an de li Efrînê “Navenda Çand û Pêşkeftinê ya Barzanî” hat vekirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.