Encûmena xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKS ê ve civîna xwe ya normal li darxist bi amadebûna piraniya endaman..
Û di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û di civînê de rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihiyan hate xwendin û şîrovekirin..
Û di civînê de xalên girêdayî bi rewşa rêxistinî û siyasî baş gengeşekirin..
Û ser bûyer û pêşhateyên herî dawî yên rewşa siyasî li Sûriyê bi taybetî û rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin..
Û herwiha di civatê de endamên xwecihiyê derbarê hemû helkeftinên meha Adarê de nerînên xwe nîşandan û karê xwecihiyê bi bilind nirxandin ..
Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî