المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwendekarekî zanîngehê di bin îşkenceyê de di zindanên rêjîma Esed de hat kuştin.

0 99

TORA SÛRÎ:XWENDEKAREKÎ ZANÎNGEHÊ LI GIRTÎGEHÊN RÊJÎMA ESED HAT KUŞTIN.

Tora Sûrî: Xwendekarek zanîngehê di bin îşkenceyê de di zindanên rêjîma Esed de hat kuştin

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku xwendekarê zanîngehê Ebdulrehman Mûstafa Elebû Hesena, piştî ku di sala 2014an de hatibû girtin, di bin îşkenceyê de li girtîgehên rejîma Sûrî hate kuştin.

Tora Sûrî diyar kir, ku Ebdulrehman Mustefa Elebû Hesna, xwendekarê zanîngehê li Fakulteya Endezyariya Çandiniyê li zanîngeha Elbehs li bajarê Humsê, ji welatiyê bajarokê Qelet Elmediq li gundewarê rojavayê Hemayê ye, û di sala 1996 de ji dayik bûye.

Wê got jî ku rejîma Sûriyê ew xwendekar di 29.10 . 2014an de, li bajarê Humsê girt, û ji wê demê ve ew bi zorê hatiye windakirin.Bi sedema redkirina girtina wî ji aliyê rejîmê ve.

Di 2ê vê Sibatê de, malbata wî zanibû ku ew li Dayîreya Nefsa Sivîl wek miriye hatiye tomarkirin, û li gorî torê, zanyariyên wê piştrast dikin ku rewşa wî başe dema hat girtin. îhtimaleke mezin ew ji ber îşkence û xemsariya tenduristiyê miriye.

Toreyê bal kişand ku rêjîma Sûriyê termê xort radestî malbata wî nekir, û ev karekî hevpar e ji rêjîmê re ku termên kesên ku di hundirê girtîgehên de dimirin radest neke, ji ber ku ji termên wan xelas dibe bi riya operasyonên şewitandinê yên plankirî.

Amarên toreyê diyar dikin ku nêzîkî 135,638 kes hîn di girtîgehên rejîma Sûriyê de ne, yan jî bi zorê hatine windakirin, di heman demê de nêzîkî 15,051 kes bi sedema îşkenceyê li girtîgehên rejîma Sûriyê hatine kuştin.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî & Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.