Home / Çand û Huner / Ehmed dêrşewî û Mûzexaneya dêrikê ya filklorê kurdî

Ehmed dêrşewî û Mûzexaneya dêrikê ya filklorê kurdî

li hemû bajarên cîhanê guhdan ji warê filklor re heye û li bajarê me kurdan gelekî guhdana kevnetor û filklor heye ji ber miletê kurd bêhtir zengîn e bi filklorên xwe, ji ber vê yekê em dibînin ku guhdanên taybet hene di warê pêşeng û mûzexanan de, yek ji wan mûzexanan ku payemêrên me li cem sekinî Mûzexana dêrikê ku guhdanek taybet ji filklor û kevnetorê kurdî re hebû ji bilî xwediyê mûzexanê . Ehmed dêrşewî bavê şivan ku karîbû hinekî karê xwe ji me re bide xuyanî û got : di yekê meha 3 yan de li bajarê dêrikê min bi dest karê xwe kir û mûzexana min vekir ji bre ku ne li bajarê dêrikê û ne li gundên wê mûzexan e hebûn. Min bi dest mûzexana xwe kir ji şed berçeyên kevnetorên kurdî ku îro gihaye 700 perçî yên kevnetor ji filklor û ji karê destan û meşk û cercere û gelek perçeyên din ta bi wêneyê bavê mezin berzan, birastî ger alîkariya abûrî ji min re heba wek hemû mûzexanên cîhanê min ê karîba mûzexana xwe gelekî pêş xistiba lewra ev erk tê xwestin ji hemû hêzên xuyanî wek partiya wek rêxistina ji ber ev mûzexan ya milet tevî ye û kesên alîkarbûn bi min re ew kesên feqîr û xizan bûn û kesên têr û dewlemend tu alîkariya wan bi min re tune bûn, Ev mûzexzna yekemîne li bajarê dêrikê .hêvî û daxwaza me jî ew e ku alîkariya Ehmed dêrşewî bê kirin û em serkeftinê ji bo karê wî di xizmeta filklor û kevnetorê kurdî de dixwazin.

Yisra Zibêr

About admin

Check Also

SEROKATIYA ZANÎNGEHA HELEBÊ YA AZAD AMADEBÛNA XWE JI BO VEKIRINA BEŞÊ ZIMANÊ KURDÎ RADIGIHÎNE.

Şandeyek ji kesên ku bi karûbarên giştî yên herêma Efrînê re eleqedar bûn, bi amadebûna …

Leave a Reply

Your email address will not be published.