Roja çarşemê 13ê Sibata 2022an, Dr. Ebdulhekîm Beşar ” cîgirê serokê Îtîlafê û endamê ofîsa Siyasî ya PDK-Sê li Hewlêrê Paytexta herêma kurdistanê semînerk siyasî li darxist…
Û herwiha ev yek bi amadebûna hejmarek endam û alîgirên partî û kesayetên siyasî…
Û di vê semînerê de mijar û babetên girêdayî bi rewşa siyasî ve hatin gotûbêjkirin…
Û herwiha Dr. Ebdulhekîm Beşar ” derbarê bûyer û pêşveçûnên herî dawî yên siyasî li Sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê û ji rexekî dî ve behsa dawîn pêşhateyên hevpeymaniya opozisyonê kir ..
Û Dr. Beşar ” di semînerê de balkişand li ser gera Heftemîn a civînin komîta biçûk a Destûrê ..
Û herwiha di semînerê de Dr. Beşar ” derbarê danûstandinên kurdî de tekez kir ku heta niha jî danûstandin rawestiyane ji ber siyaseta PYDê ji aliyê revandina Zarokan û leşkerkirina ciwanan, û herwiha kampanyayên medyayî yên li dijî Encûmena niştîmaniya kurdî li Sûriya…
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî