DIRBÊSIYÊ : JI PEYVÎ 2 MAMOSTE , MAMOSTEYÊN HATIBÛN BINÇAVKIRIN JI ALIYÊ SASYÎŞA PYDÊ VE HATIN BERDAN.
Îro di roja şemiyê,23.1.2021ê de,mamosteyên di roja sêşemê 19.1.2021ê de,hatibûn binçavkirin ji aliyê ewlehiyên bi ser PYDê ve,serbest hatin berdan,ji xeynî mamoste Nîzamedîn Elîko û mamoste Cîhad Elîko.
wek tê zanîn,mamoste Nîzamedîn Elîko û mamoste Cîhad Elîko, di roja çarşemê 20.1.2021ê de,hatibûn binçavkirin ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ve,dema tevlî pêşandana xwendekaran bibûn û daxwaza serbest berdana mamosteyên xwe dikirin.
Herwiha mamoste Nîzamedîn Elîko û mamoste Cîhad Elîko hîn li cem asayîşa bi ser PYDê ve girtîne , û bangewazî ji gelek aliyan heye ji bo serbest berdana wan ji Girtîgehê .
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah