المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di encama Erdhejekê de li Tirkiyê û kurdistana Sûriyê bi sedan kes bûne qurban..

0 63

Roja duşemê 6ê Sibata 2023an, erdhejekê bi hêza 7.4 pileyê Rîxterê di gelek welatên derdora deryaya Spî hejandiye, li Tirkiyê, Libnan, Sûriyayê û çend welatên din jî zirarên canî û madî gihîştiye wan.

 

hêjaya were gotin ku li Turkiyê hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, derketiye 1498 kesan, herwiha 7 hezar û 634 kes birîndar bûne, 2 hezar û 832 avahî hilweşiyane.

 

Û di encama erdheja îro sibê de ya ku gelek welatên derdorê deryaya Spî hejandiye ,li herêmên cûrbecûr ên Sûriyayê û Rojavayê kurdistanê li bajarên Heleb, Lazqiye, Hema, Tertûs û Îdlibê û Efrînê û Cindêrsê di encama herifandina gelek avahiyan de herî kêm 810 kes canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 315 kesan jî birîndar bûne.

 

Û derbarê erdheja îro ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û têde ragihand, “Ez xwe hevbeşê xem û êşên wan dibînim.”

 

Û Sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbanî û mexdûrên erdheja îro ya li Tirkiyê û Sûriyê re dixwazim û xwe hevbeşê xem û êşên wan dibînim û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim.”

 

Û ji rexekî din ve Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ENKSê hevxemiya xwe kûr li gel mexdûrê erdheja ku îro berbangê li gelek bajarên Tirkiyê û Sûriyê rû daye nîşan da, û sersaxî ji malbatên qurbaniyên wê karesatê kir û ji birîndaran re başbûn xwest.

 

û herwiha ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û hikûmetên welatan dike ku hemû şêweyên alîkariyê pêşkêşî navçeyên ziyanpêketî û hemwelatiyên wan bikin, çi teknîkî be ji bo rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane, çi ji aliyê madî û lojîstîkî ve ji bo kesên ku ziyan dîtine. ji bo Sûriyayên ku êşa wan ji ber karesatê zêde bûye.

 

Û ENKSê daxwaz ji hemû welatiyan kir ku çi ji destê wan tê  hevkariyê bi birayên xwe yên mexdûr bûne re bikin ,ji bo kêmkirina bandorên karesatê li ser wan ..

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.