المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DESTEYA SEROKATIYA ENKSÊ BI HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ RE CIVIYA..

0 119

Desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di roja Înê 26ê Çileya 2024ê piştî zayînê bi her du xwecihiyên Hesekê (rojhilat û rojava) yên Encûmena Niştimanî re civiya.

 

Di destpêkê de, mamoste Silêman Oso bixêrhatina amadebûyan kir û ji bo rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û ji bo giyanê nemir Barzanî deqeyek rêz hat vexwendin.

Paşê axaftinek bi xêrhatina ji aliyê Mamoste Xelef Emînakî, Zubêr Ahmed, serokên her du encûmenên xwecihî yên bajarê Hesekê ve hat pêşkêşkirin û bixêrhatina hemû amadebûyan, mêvanên rêzdar û şanda serokatiya Encumenê kir.

Û tekez kirin ku Civînên di navbera desteya Serokatiyê û Encûmenên xwecihî de hatin balkişandin û bal hat kişandin ser rihê têkoşînê yê rêhevalên di xwecihiyan de û pêwîstiya xebata kolektîf bi hemû dilpakî û xurtkirina rola Encumenê û rakirina astengiyan li pêşiya Encûmenê di rewşa niha de.

Her wiha M.Silêman Oso endamê desteya serokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li ser dawîn pêşhatên siyasî û pêşhatên siyasî li ser qada navdewletî, herêmî û xwecihî, bi taybetî rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurdî û helwesta siyasî ya bingehîn li ser çareseriya siyasî li Sûriyê li gor biryarên navdewletî.

Mamoste Silêman Oso jî tekezî li ser pêwîstiya kar bo aktîvkirina Encûmenê kir, bi taybetî di nav refên opozîsyona Sûriyê û derve de.

 

Her wiha behsa xebatên Encûmenê yên di nava opozisyonê, hevbendî û Eniya Aştî û Azadiyê de kir û bal kişand ser armanckirina avahî û jêrxaneyan ji aliyê dewleta Tirk ve û bandora wê ya neyînî li ser welatiyan.

 

Di dawiyê de, deriyê diyalog û pirsan ji aliyê endamên xwecihiyên Hesekê û desteya serokatiya ENKSê ve hate vekirin.

 

Di heman çarçoveyê de endamên her du xwecihiyên bajarê Hesekê spasiya şanda serokatiyê kirin ji ber dilnizmî û amadebûna wan û herwiha spasiya hemû hevalan kirin ku erka xwe bi cih anîn û di nava Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de kar kirin û dikin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.