المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dermanxane û bûha bûna dermana

0 90

Nexweşî û êş ji şînên giran in di jiyana hemû kesan de û dema bi ser hejariyê û xizaniyê de êş û jar tên wê demê mirov di xwaze ji jiyanê tevî bireve, nexasim dema nikaribe dermanê nexweşê xwe bikire û buhayê derman pêre tune be yan ew derman jî peyda nebe . belê ji destpêka şoreşa Sûrî û ta roja îro gelek nexweşî peyda bûne û kesên xizan serî li wan geryane . sedema wê dijwariya qedandina jiyanê di warê abûrî de ji ber vê yekê me xwest ku em hinekî li ser vê pirsgirêkê rawestin û em derbasî dermanxana bûn ji bo ku ji me re bê zelal kirin sedema buhabûna dermana lewra seknek me hebû di gel dermanxana Remo li bajarê Qamişlo û biîjkê dermanxanê Selah remo ji mer da xuyanî Derman berî niha gelekî buha bû ji ber bêtir bûnek hebû ji sedî pêncî di avêtin li ser lê anha ji sedî pênc ta deha di avêjin ser lê kesê xizan û bê kar kirîna dermana jê re gelekî dijwar e, ne derman tenê buha ye tiştê di bazarê de hemû buha ne lê gerek derman ji aliyê mirovahî û ji aliyê rewşa abûrî de yan civakî de ku bi rewşa tundiristî ve , Girêda ye gerek hinkî kêmtir baya , ev ne di destê kesî de ye didestê xwediyê beryarê de ye. Ê ko derman çêdike û ê buhayê wê datîne û ê dighîne vir ew dihêlin rewşa buhayê derman bi vî rengî be Berê sîstemek hebû gelekî başbû pergalê wê nêt hebû û gelemperî hebû hemû dermanxan buhayê wan yek bûn sîstema wan yek bûn îro ew tişt nema ye çima nema ye ev birs divê ji kesên berpirs bê kirin derman heye û pir e ji ber pîst kargehên nû çêbû ne çilo çêbû ne û çawa çêbû ne em nizanin lê ya giring ku çêbûne û milet vî dermanî dikire lê pirs eve çima rewşa derman wilo ye û buha ye ev e kirîza sûrî wilo ye em jî beşek jê ne lê mixabin gerek newilo be û aliyê mirovanî mero li cem raweste piştî dermanxana remo seknek me li dermanxanekê hebû ku bijîşkê wê nexwest em navê wî û navê dermanxana wî bidin xuyanî. Ku derman gelekî peyda dibe li hemû dermanxana lê nifşin hene navê kampaniya wa tê guhertin û derman nayê guhertin lê mixabin ji xizaniyan re gelekî buha ye ev jî ne sûncê me ye sûcê ew kesê ku pawirname kirîne û destê xwe danîn li wer dermana lê dema destpêka şoreşê derman qut bibûn û gelekî buhabûna lê di dema meyî nihade derman pire û heye lê herî buha ye ji ber ew kesê ku em ji cem wan radijên derman ew bazerganiyê dermanan e Imbarên mezin ji bo darman kirê dikin tevî kirîna bawernameyan û dermana buha difroşin dermanxana û tevlî nerxê rê jî di avêjin li ser ji ber vê yekê kesê xizan melûl dimîne . belê pisgirêka bihabûna dermana çareseriyê yek jê re divê ji ber kesê xizan û feqîr nerxê dermanan bi wan re peyde nabe lê gelo wê kî guhdanê li dengê feqîra bike???

Leave A Reply

Your email address will not be published.