المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊRIK: ŞANDEK JI PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA SERDANA OFÎSA PDKSÊ LI BAJARÊ DÊRIKÊ KIR.

0 68

Bi helkefta vekirina Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriyê ofîsa xwe ya nû,li bajarê Dêrikê,şandek ji Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê bi serokatiya endama ofîsa Siyasî mamosta Nefîsa Yûsif û M.Hesen Cib endamê komîteya navendî û hejmarek ji kediroyên partiyê pê re.

Di roja Yekşemê 14.8.2022an de, bi serdaneke fermî bo ofîsa PDKSê, bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyên li ser wan bi helkefta vekirina ofîsa nû kir.

Herwiha şande ji aliyê endamên Komîteya Navendî,M. Ebdulrehman Qasim û M. Husên Silêman û hejmarek ji kadiroyên PDKSê ve hatin pêşwazîkirin.

Herwiha di vê serdanê de, gotûbêjên bikêrhatî li ser rewşa niha ya Kurdî hatin kirin, bi taybetî konferansa Encûmena Niştimanî ya Kurdî ku di demeke nêzîk de tê lidarxistin, tê de nêrînên li ser pirojeya siyasî ya Encûmenê li hev kirin û di hin hevbendiyên rêxistinî yên Encûmenê de hatin li hev kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.