المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê serdanda malbata pakrewanê pêşmerge “Ibrahîm Hemza Ferho” kir ..

0 51

Şandek ji PDK-Sê roja yekşemê 14ê Tebaxa 2022an, bi boneya  salvegera şeşemîn a şehadeta Pêşmerge Ibrahîm Hemza Ferho, serdanda malbata wî li kampa Domîzê kirin..

 

Û herwiha şanda PDK-Sê  ji M,Mihemed Elî endamê ofîsa Siyasî û perpirsê rêxistina Domîz  û M,Hacî Kalo endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Duhokê û M,EbdulKerîm Mîranî endamê komîteya navendî ,û berpirsê rêxistina Leşkerê Roj û dezgeha malbatên pakrewanên pêşmerge pêk hatibû .

 

Û herwiha di vê serdanê de Birêz ” Mihemed Elî” gotinek pêşkêşkir têde rola pêşmerge û xebat û berxwedan û têkoşînên wan di ber doza azadî û parastina milet û xaka pîroz a Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

Û herwiha ku di rojeke wekî îro de Pêşmerge Ibrahîm Ferho di sala 2016an de ,di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistinên terorîst yên Daîşê de canê xwe ji dest da…

 

Û tê zanîn ku pakrewan” Ibrahîm Hemza Ferho” …

– Pile: pêşmerge

– Ji dayîk bûna: Qamişlo

– cihê şehîd bûnê: Xazir 14/8/2016

Û şehîd ” Ibrahîm Hemza ” li goristana “Şaxikê” ya li parizgeha Dihokê bi xakê hat spartin..

Û hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst ên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyan de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên leşkerê roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî de bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.