المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊRIK: ŞANDEK JI PARTIYA GEL A KURDISTANÎ -SÛRIYA SERDANA OFÎSA PDKSÊ LI BAJARÊ DÊRIKÊ KIR.

0 70

Bi helkefta vekirina Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriyê ofîsa xwe ya nû,li bajarê Dêrikê,şandek ji Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriya bi serokatiya cîgirê partiyê M.Hejar Elî û hejmarek ji serkirdên partiyê pê re.

Di roja Şemiyê 13.8.2022an de, bi serdaneke fermî bo ofîsa PDKSê, bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyên li ser wan bi helkefta vekirina ofîsa nû kir.

Şand ji aliyê berpirsê rêveberî yê ofîsa siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê birêz Mihemed Isma’îl û endamê ofîsa Siyasî birêz Neşet Zaza û komeke din ji serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Mamoste Mihemed Isma’îl di destpêka axaftinê de, bixêrhatina şanda mêhvan kir û tekez kir ku ofîsên partiyê ji hemû aliyên tevgera Kurdî re vekirîne ku kar û çalakiyên xwe yên partî û Kurdistanî bikin.

Herwiha M.Hejar Elî kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina Ofîsa nû ya PDKSê û ku bibe navendek ji hemû pêkhateyên gelê Kurd re da xuyakirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.