المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BIRÛSKA SERSAXIYÊ JI ENCÛMENA XWECIHÎ YA DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ DERBARÊ KOÇBARKIRINA “ZIBÊR MIHEMED CEWÊ“

0 64

Bi navê Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve.

Malbata AL CEWÊ ya rêzdar.

Birayên rahmetî û zariyên wî yên rêzda û hemû xizmên wî û gundê Reşêdiyê.

Bi dilkî xemgîn me nûçeyeke xemgîn bihîst ku Birêz “Zibêr Mihemed Cewê”ji gundê Reşêdiyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve koça dawî kir.

Wek tê zanîn birêz Zibêr Cewê kesayetekî civaknas, niştimanî, kurdperwer, xwedî û stûna malbata xwe bû û ji malbatek welatparêz û navdar e.

Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji tevahiya malbata Al Cewê yên hindir û dervî welat re dixwezin.

Û hêvîdarin ji YEZDANÊ dilovan wî bi dilovaniya xwe şad bike û

bila serê malbatê sax be, û bihne firebûnê û aramiyê bide wan û cihê wî bihuşta rengîn be.

Kurdistana Sûrî.

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve.

(Encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna)

14.8.2022z

Leave A Reply

Your email address will not be published.