المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dergehê sînorî yê Pêşxabûrê roja duşemê vedibe

0 73

Roja Duşemê 5ê Hizêrana 2023yan Deriyê Pêşxabûrê li pêş çûnûhatina welatiyan û rêxistinên navdewletî vedibe..

Tê zanîn ku roja 11ê meha 5an, Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka hatibû girtin..

 

Û Îro roja şemiyê 3ê Hezêrana 2023an, Rêveberiyê Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê ragihand ku deriyê Sêmalka wê were vekirin..

 

Roja duşemê 5ê Hezêranê Deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalkayê di navbera Herêma kurdistanê û Rojavayê kurdistanê wek berê li pêşiya welatiyan tê vekirin û nexweş û bûk û xwediyên Îqameyên Herêma kurdistanê û Ewropî jî dikarin derbasbibin..

 

Û li gorî Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr ragihand, ku êdî her kesê bixwaza ji Rojavayê kurdistanê derbasî Herêma kurdistanê bibe,û Yan jî ji Herêma kurdistanê serdana Rojavayê kurdistanê bike ,dikare wek berê bi rêya Online ..

 

Û hêjaya were gotin ku Deriyê sînorî yê Pêşabûrê/Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye û ji destpêka sala 2013na ve, bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya gelê Kurdistanê yê li Sûriyê hatiye vekirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.