المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 85

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja pêncşemê,1.6.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Herwiha lîsta karê civînê ji aliyê serokê xwecihiyê ve, birêz Xelef Emînakî ve, hat pesend kirin û tê de çendîn mijarên rêxistinî û siyasî li ser hemû astên kurdî, sûrî, herêmî û navdewletî hatin gotûbêj kirin.

 

Di rewşa rêxistinî de, endaman bernameya serdanên kesayetiyên niştîmanî di erdnîgariya kar û xebatên civakî yên encumenê de nirxandin.

 

Di civatê de, endaman rewşa siyasî li ser astên Sûriyê, kurdî û herêmî û encamên kirîza Sûriyê û asayîkirina welatên erebî ligel rêjîma Esed gotûbêj kirin.

Û beşdariya Esed di civîna bilind a erebî de li Cide, û pêwîstiya yekrêziya opozîsyona Sûriyê ji bo rûbirûbûna kêşeyên li pêşiya şoreşa Sûriyê jî hat gengeşe kirin.

Endaman helwêstên welatên rojava derbarê asayîkirina bi Esed re, û pêwîstiya çareserkirina kirîza Sûriyê li gor biryarên navdewletî û bi taybet biryara 2254 nirxandin.

Li ser asta navxweyî jî, endaman yekdestdariya hin madeyên xwarinê wek şekir ji aliyê saziyên ser bi rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat ve şermezar kirin, bi taybetî piştî girtina deriyê Sêmalka yê bi Herêma Kurdistana Iraqê re.

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.