المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA NÛNERÊN TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYÊ YÊN DI ENCÛMENÊN XWECIHÎ DE.

0 80

Nûnerên Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê di encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li herêma Cezîrê, di 2ê Hezîranê de, li navenda tevgerê li bajarê Qamişlo civiyan.

 

Herwiha Hevrêzê giştî yê tevgerê birêz Fêsel Yûsif û hejmarek ji endamên nivîsgeha cîbicîkar beşdarî civînê bûn.

 

Civîn bi deqeyek bêdeng ji bo giyanê pakrewanên Kurd û azadiya Sûriyê destpê kir.

 

 

Herwiha di civatê de,rastiya Encûmenên xwecihî ji aliyê hevalên ku nûnertiya tevgerê dikin û rê û îmkanên ku dikarin bibin alîkar ji bo pêşxistin û aktîvkirina van Encûmenan hatin nirxandin.

Piştî wê hevrêzê giştî yê tevgerê behsa rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir.ku weke çarçoveyeke qebûlbar e ji bo xebatê ji bo bidestxistina berjewendiya gelê Kurd û doza demokrasiyê li welat.

 

Herwiha di civînê de, pêşhatên dawî yên siyasî yên li qada niştimanî û navdewletî jî hatin nirxandin.

Herwiha komek pêşniyarên ku dê xizmeta doza kurdî li Sûriyê bi rêya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bike hatin girtin û giringiya yekrêziya helwesta kurdî ji bo rûbirûbûna pêşhatên herêmî û vegerandina rêjîmê ji Komkara Erebî û karkirina di nav rêzên opozisyonê de hat nirxandin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.