المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Daxûyaniya ENKSê li ser komkujiya Dûmayê..

0 100

 

Hêzên rêjîma Sûriyê her berdewam e bi êrîşên xwe li ser cihên opozisyona çekdar re , û berdewam in bi koçkirina niştecihên wê û wan li deverên din bi cih dikin.

Piștî kontrol kirina rêjîmê ji piraniya deverên “Xûta Rojhlat” re, dest be Dorpêçkirina “Dûmayê” kir, ya ku cihê artêşa Îslamî bû, û di bin êrîşên bi çekên kîmyewî de bû, û di encama êrişên bi çekên kîmyewî de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, û piraniya wan jî jin û zarok in, û bi sedan welatiyan birîndar bûn.

Encûmena niştimanî Kurdî bi tûndî şermezar dike van êrîşan ku hêzên rêjîmê bi çekên kîmyewî “ku di warê navnetewî qedexe ya” li dijî welatiyên sivîl li bajarê Dûmayê pêk tanî, li hemberî guhdariya û dîtina civaka navdewletî, lewra ENKSê bang li hemû dewletên serdest û Neteweyên yekbûyî dike

ku van êrîşan rawestîn in , û bi awayekî bilez çareserike siyasî giştî ji bo aloziya Sûriyeyê bi cih bikin.

Herwiha divê pêvajoya navnetewî di Cinêv diyar bibe û Cinêv aktîv bibe û serkeftî be, ta ku miletê Sûriyê ji wendakirin ê xilas bibe.
Emîndarya giştî ya encûmena niştimanî Kurdî li Sûriyê
2018/4/9

Wergir: Bêrîvan Umer

Leave A Reply

Your email address will not be published.