المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN.

0 104

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokek temen biçûk ji taxa Kelasê ya bajarê Hesekê revandin, bi armanca tevlî refên partiyê bikin.

Li gor Tora Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de: Rêxistina Ciwanên Şoreşger zarokê 13 salî Emced Ebdulrezaq Eltaha ji taxa Kelasê ya bajarê Hesekê li Kurdistana Sûriyê di 21.4.2023an de,revandin , û heta niha tu agahî li ser wî tune.

Wek tê zanîn Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrgîniya Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de bigire û nehêle leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de were bikaranîn.

Li gorî çavdêriyan Rêxistina Ciwanên Şoreşger armanc dike ku zarokên biçûk birevîne, li gorî berjewendiyên PKKê mejiyê zarokan bişon, wan ji aliyê leşkerî ve bike nav refên partiyê.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.