Ji bo kar û xebata wî ya xêrxwaz di xizmeta Kurdayetiyê de, ku bi xebata siyasî û medyayî tê temsîlkirin.Di roja yekşemê 23.4.2023an de,şandeke rêxistina Herêma Kurdistanê ya Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistanê,serdana mala Siyasetmedarê Kurd Silêman Gero, mertalê rûmetê, ku li ser kurteya têkoşîna wî hatibû nivîsandin pêşkêşî wî kirin.
Herwiha şanda hevalên partiyê yên Rêxistina Herêma Kurdistanê bi serpereştiya endamê desteya serkirdayetiya M. Ibrahîm Remo beşdarî vê şahiyê bûn.Û tenduristyek saxlemî jê re xwestin.
Ji aliyê xwe ve,M. Silêman Gero,Spasiya şanda partiyê, ji bo vê tevgerê, ku ew pêngavek berbiçav û bi nirx e.
Hêjayî gotinê ye ku Silêman Mihemed Gero rojnamevan û siyasetmedarekî kurd e.
Sernivîskarê korbend û rojnameya (Kurdistan mala me ye)
Û rahênerê medyayê, di sala 1969 de li Kobanî ji dayik bûye.
Serokê Komîteya Amadekar ji bo avakirina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan- Sûriya..
Damezrîner û yekem serokê Partiya Biratiya Kurdistanî .
Endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistana Iraqê.
Endamê Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan (IFJ) û pêşkêşkarê gelek bernameyên siyasî li çend kanalên satelîtê yên kurdî û erebî, bi zimanê erebî û kurdî.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah