المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJNAMEGERIYA KURDÎ MÛMEYA XWE YA 125 EMÎN DIVEMRÎNE DI ROJA ŞEMIYÊ DE.

0 90

Wek tê zanîn ku Rojnamegerî amûreke giring e ji amûrên çand û zanistê ji çi milet û netewekê,

ji ber ku mîna neynika hemû rewşên siyasî ,civakî û çandî bi giştî yê netewekê yan miletekî diyar dike ji hemû gelê cîhanê re.

Bi helkefta cejna rojnamegeriya kurdî, ya ku her sal gelê kurd vê rojê divejîne di 22ê heyva Nîsanê de, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan dikarîbû rojnameya Kurdistan,li paytexta Misrê li Qahîra di 22ê Nîsanê sala 1898an de çap bike û derxîne , Ew roj bû gava yekemîn û dîrokî û danîna Berê bingehîn ji bo rojnamegeriya Kurdî.

 

Herwiha yê ku di wê demê de, bi hev re alîkarbûn li ser rojnameya Kurdistan,dikarîbûn ta 31 hejmarê li ser weşana wê berdewam bikin,di çar salan de,bi du zimanan zimanê Kurdî û Tirkî.

 

Herwiha di derbarê çapkirina rojnameya Kurdistan de jî, li gorî zaniyariyan pênc hejmarê destpêkê li Qahîra li çapxaneya Hilal û Kurdistan hatine çapkirin, û piştre rojnameya Kurdistan li Cinêv li Siwêsra hat çapkirin û weşandin.Lê careke din jî rojnameya Kurdistan çapkirina wê vegeriya Qahîra û piştre Birîtaniya,lê careke dî jî vegeriya Siwêsra çapkirina hejmara wê ya dawîn bû.(Hejmara 31) li wir hat sekinandin sala 1902an.

 

Lê divê neyê jibîrkirin Ku rojnameya Kurdistan di wê demê de kul,xem, deng û daxwaza gelê Kurd diyar dikir li seranserî Cîhanê.

 

Herwiha piştî rojnameya Kurdistan li seranserê Kurdistanê bi dehên rojnameyan û kovarên kurdî hatine çapkirin û weşandin.

(Ev Gotar hizir û ramana xwediyê xwe ye ne pêwîste ku ya malperê be )

 

Nivîskar:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.