المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOBANÊ:XWECIHIYA KOBANÊ SERDANA OFÎSA PYKSê KIR.

0 115

Di roja Duşemê 9.1.2023an de,Şandek ji Encûmena Xwecihiya bajarê Kobanê,serdana ofîsa partiya Yekîtî kurdistanî -Sûriya kir bi boneya bidawîkirina kongirê wan ê 9an li bajarê Kobanê …

Herwiha şande, ji aliyê M.Weys Şêxê,endamê ofîsa siyasî ,M.Ednan Bozan,endamê komîta navendî û hejmarek ji endamên Partiya Yekîtî Kurdistanî ve hatin pêşwazîkirin..

Û di vê serdanê de, xwecihiyê pîrozbahiyeke germ arasteyî wê partiyê kir ser serkeftina li darxistina kongirê wan yên 9an û piştre her du aliyan derbarê pêşveçûnên herî dawî ser rewşa siyasî bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê û çawaniya pêşxistina Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya behiskirin ..

We tê zanîn ku di rojên 23û 24 ê Berçilya 2022an, partiya Yekîtî kurdistanî -Sûriya kongirê xwe yê 9an li bajarê Qamişlo li darxist …

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.