المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÎSRAÎL HIŞYARÎ DIDE ÎRANÊ LI SER ALOZIYA SÛRIYÊ Û LUBNANÊ.

0 73

Wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Galant got ku welatê wî êrîşên xwe duqat kiriye da ku rê li hewldanên Îranê bigire ku xwe bi awayekî leşkerî li Sûriyê bi cih bike.

Galant her wiha got, “Îran bi rêya alîgirên xwe yên nêzî sînorên me, li dijî Îsraîlê şerê qirkirinê dike.”

 

Wezîrê Îsraîlî diyar kir ku Îranê keştiyên bazirganiyê di rêyên keştiya deryayî de veguherandiye kampên bejayî yên terorê.

 

Ji aliyê xwe ve, Dezgeha Weşanê ya Îsraîlî derbarê îstixbarata leşkerî de got ku “Hesen Nasralah bi destpêkirina meşên ji Sûriyê ve nêzîkê xeletiyekê ye ku bibe sedema şerekî mezin.”

Serokê destaya Îstixbarata Îsraîlî got: “Her zêdebûnek ji Sûriyê û Lubnanê ber bi me ve dibe ku bibe sedema pevçûneke mezin bi Hizbulahê re li Lubnanê.”

 

Li gorî daxuyaniyên rojnameyên Îbranî ku bi mebesta sînordarkirina belavbûna Îranê li navçeyê belav bûne, ji destpêka îsal ve, Israîl êrişên xwe li ser cihên leşkerî yên rejîmê zêde kirine û şandina çekan ji Îranê re kiriye armanc.

 

Di 2ê Gulanê de, Israîlî bombebaraneke asmanî bi teqandina mûşekan pêk anîbû ser firokexaneya navdewletî ya Helebê û hejmarek xal li derdora Helebê, û di encamê de firokexane ji xizmetê derket, herwiha sê efserên rêjîmê hatin kuştin.

Û berî wê bi du rojan, balafirên şer ê Israîlî, êrîşên asmanî li ser cihên rêjîmê li derdora bajarê Humsê kirin, û di encamê de kuştî û birîndar di nav hêzên Esed de hebûn.

 

Herwiha ji nîvê Adara 2011an ve, Îsraîl dest bi êrîşên li ser cihên rêjîmê û milîsên Îranê li Sûriyê kiriye, ji ber ku bandora Tehranê piştî destwerdana wê ya leşkerî di berjewendiya rêjîma Sûriyê de zêde bûye, di tepeserkirina tevgera gelêrî li dijî Esed, û dibêje ku Armanc ew e ku rê nede Îran hebûna xwe ya leşkerî li wir xurt bike.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.