المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CÎGIRÊ SEROKÊ “ENKS” Û SEKRETÊRÊ “PYKS”LI GEL ENDAMÊN XWECIHIYA KOBANÊ CIVIYA.

0 133

Cîgirê Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li gel xwecihiya Kobanê civiya

Cîgirê Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî -Sûriyê û sekretêrê Yekîtî Kurdistanî ,Silêman Oso bi endamên xwecihiya Kobanê ya bi ser ENKSê ve civiya.

Di hevdîtinê de endamên komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtî û endamên serkirdayetiya Rêxistina Kobanê ya Yekîtî beşdar bûn.

Her du alî pêşhatên dawî yên siyasî li navçeyê û pêşhatên dawî yên meydanên Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, Oso behsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî, mekanîzmayên wê yên kar û rêyên pêşxistina wan kir, ji bilî pêşxistina ofîs, komîte, deste û xwecihiyên encumenê bi awayekî ku xizmeta doza gelê Kurd li Sûriyê bike kir.

Oso li pirs û destwerdanên endamên xwecihiya Kobanê guhdarî kir.

Hêjayî gotinê ye ku serkirdayetiya Partiya Yekîtî di heyama du rojên derbasbûyî de li bajarê Kobanê çendîn civîn lidar xistin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.