المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOBANÊ:SILÊMAN OSO SEMÎNAREK SIYASÎ BIRÊVEBER

0 152

Silêman Oso, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistaî – Sûriyê, roja Înê 17.11.2023, li baregeha partiyê li bajarê Kobanê semînareke siyasî birêveber.

Sempozyûm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên şehîdan dest pê kir û nûnerên partiyên siyasî, Encûmena Niştimanî ya Kurd, kesayetiyên civakî û girseyek ji xelkê herêmê amade bûn.

Oso di semînarê de,behsa pêşhatên siyasî yên dawîn li herêma Rojhilata Navîn û bandora şerê navbera Filistîn û Israîlê li ser dosya Sûriyê kir û behsa proseya siyasî li Sûriyê kir û tekezî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyeke aştiyane ji bo kirîza Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254 kir.

Herwiha ENKSê, ji bilî rewşa siyasî li ser qada Kurdî û Kurdistanî mijareke din a sempozyûma bû.

Di dawiya semînerê de derfet ji beşdaran re hat vekirin ku pirs û pirsên xwe bipirsin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.