المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE JI SERKIRDAYETIYA “PYKS”SERDANA GORISTANA PAKREWAN EBDÎ NEHSAN KIR.

0 174

Şandeyek ji serkirdayetiya Yekîtî Kurdistanî serdana goristana şehîd Ebdî Nehsan kir

 

Şandeke serkirdayetiya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê serdana mezara şehîd Ebdî Nehsan li cihê jidayikbûna wî li gundê Elbilûrê li gundewarê bajarê Kobanê li Kurdistana Sûriyê kir.

 

Şanda PYKSê bi serokatiya sekretêrê partiyê Silêman Oso, endamên komîteya siyasî û endamên serkirdatiya rêxistina Kobanê ya partiyê û piştî xwendina wêneyê Fatîhê, amadebûyan behsa fezîletên şehîd û rola wî ya pêşevaniyê di tevgera siyasî ya netewî ya Kurdistanî de kirin.

Hêjaye gotinê ku,têkoşer D.Ebdî Nehsan di sala 1947 an de, jidayikbûye li gundê ‘Elbilûr yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê nêzîkî 5km.

 

Û di roja yekşemê 11ê gulanê sala 1985an de, demjimêr 5ê êvarî di hindirê dermanxaneya xwe de, hat tîrorkirin ji aliyê milîsên bi rêjîma Sûrî ve.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.