المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇALAKIYEK JI BO PIŞTGIRIYA JÊHATIYÊN ZAROKAN LI AMÛDÊ JI ALIYÊ YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SIRIYÊ VE HAT LIDARXISTIN.

0 68

Di çarçoveya çalakiyên çandî de,yên ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ve, hatin lidarxistin , çalakiyek ji bo piştgirîkirina jêhatiyên zarokan (wêne, şano, helbest, stran) ji aliyê şaxê Amûdê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ve, li ofîsa Amûdê ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya di 5.11.2022an de, bi beşdariya komek ji zarokên jêhatî hat lidarxistin.

 

Herwiha hemû beşdar ji aliyê mamoste Xelîl Alûcî ve,hatin bixêrhatin, piştre hemû beşdar kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê û Barzaniyê nemir rawestiyan.

 

Herwiha çalakî bi axaftina Seroka Şaxê Amûdê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Xanim Ebîr Dirêhî ve, dest pê kir.

 

Û piştre Komek çalakî ji aliyê zarokên beşdar ve, hatin pêşandan, ku çalakiyên pêşkêşkirî ji helbest, stran, xêzkirin, lîstikvaniya şanoyê û hwd.

Herwiha şahî û dilgeş kirina zarokan ji aliyê hunermendê bilind Mihsmed Lûye ve, bi stran û sitrana hunermend Ebdulqadir Bvê Felek hat dewlemed kirin.

 

Di dawiya çalakiyê de hin kesayetên siyasî û çandî hatin rêzgirtin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.