المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTIYA JINÊN KURDISTANA SÛRIYÊ LI AMÛDÊ BI KAMPANYAYEK HIŞYARIYA TENDURISTIYÊ RABÛBÛ.

0 64

Di çarçoveya kampanya hişyarkirina penceşêra pêsîrê de û di bin diruşma (pişkinîn kirina zû) de,di roja Înê û Şemiya derbasbûyî de, Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê, şaxê Amûdê, broşurên li ser penceşêra pêsîrê li bajarê Amûdê û derdora wê belav kirin.

Ev kampanya di çarçoveya çalakiyên ji aliyê Yekîtiyê ve hat lidarxistin, ji bo hişyarkirina jinan, ji ber ku hejmarek jin ber bi navenda Heyva Sor a Kurdî ya bêpere a bajarê Qamişlo ve hatin rêkirin û muayeneya mamografiyê û ultrasound ji wan re hate kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê li herêmên curbicur ên Kurdistana Sûriyê kampanyayên hişyariyê di warên curbecur de, bi taybetî tenduristiyê,saz dikin.

Ragihandina ENKSê

Raport;Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.