المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê BI PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÎ -ÎRANÊ RE CIVIYA.

0 45

Îro di roja Duşemê 7.11.2022’an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya Dr.Kawa Azîzî, bi ofîsa Pêwendiyên PDK – Îranê re li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê civiya.

Şandeya nûnertiyê ji birêzan: Dr.Kawa Azîzî,serokê nûnertiyê, Naz Teter, Ciwan Şêxmûs û Ebdulezîz Welîka pêk dihat.

Herwiha Şande bi germî ji aliyê birêzan: (Mihemed Salih Qadrî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan, Amanc Zîbayî, Hesen Kakîlî, Mariya Ehmedî) endamên ofîsê ve hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Dr.Kawa Azîzî, piştî bixêrhatina şanda nûneratiyê, pîrozbahî li şoreşa Rojhilatê Kurdistanê, gelê Kurd û gelên Îranê kir,ku bi destê pakrewana Jîna Amînî agirê vê şoreşê vêxistibû û Kurdistan veguherand çirûska vê şoreşa pîroz.

Hêvî kir ku ev şoreş berdewam be heta pêkanîna daxwazên wê yên adil.

Herwiha di berdewamiya axaftina xwe de, birêz Mihemed Salih Qadrî bal kişand ser girîngiya vê şoreşê û tekez kir ku gelê Kurd bêriya azadiyê dike,tevî ziyanên mezin ên mirovî û tundiya hovane ya rejîma melayan.

Lê şoreşa gelên Îran û Kurdistana Îranê bi hêza xwe ya nerm li dijî rejîma dîktatorî ya herî hovane ya şovenîst didome.

Herwiha Wî bal kişande ser wê yekê ku şoreşa li bajarên Kurdistanê dest pê kiriye û li Belûçistan û Erebistanê û di nav tirkmen û azeriyan de belav bûye û gelê Fars jî bi hêz beşdarî vê şoreşê bûye.

Di dawiyê de, wî xwest ku nûçeyên xweş li ser Kurdistana Sûriyê jî bibihîzin û kurd bigihin rêkeftinekê û amaje bi ezmûna Partiya Demokrata Kurdistaî-Îranê kir.

Her du aliyan tekezî li ser peywendiya berdewam û van hevdîtinên kêrhatî ji bo pevguhertina nêrîn û zanyariyan li ser Kurdistana Îranê û Kurdistana Sûriyê kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.