المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Binpêkirin û birîna darên Zeytûnan li Efrînê berdewam in

0 121

 Operasyonên birîna darên zeytûnan û binpêkirinên li derheqê gelê Efrîna Rojavayê Kurdistanê têne kirin û desteserkirina mal û milkên welatiyan ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam in, herî dawî bi dehan darên biber hatine birîn.

Di vê derbarî de li gorî jêderên xwecihî ku 150 darên biber ji kok ve li gundê Sêmala yê bi ser navçeya Raço ve ya di bin kontirola girûba Feyleq Elşam de hatin birîn.

 

Û heman jêderê tekez kir ku operasiyonên birîna daran li Efrîna Rojavayê Kurdistanê armanc jê ji bo daran bikine êzink û bifroşin bazirganiyan ku nirxê yek ton darên zeytûna digihêje 150 dolarên Emerîkî .

 

Û li gorî rêxistinên ku ji bo belgekirina binpêkirinên li Efrînê kar dikin , ji adara 2018an ve zêdetirî melyon û nîvek dar hatine birîn.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.