المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÛSYA AMERÎKA BI BINPÊKIRINA RÊGEZÊN NELIHEVKIRINA LI SÛRIYÊ TAWANBAR DIKE.

0 138

Rûsya Amerîkayê bi binpêkirina rêziknameya nehêlana pevçûnan li Sûriyê tawanbar dike. 

Rûsya piştrast kir ku dewletên Yekbûyî yên Amerîkay

di 24 saetan de 5 caran rêzikên nehêlana pevçûnan li Sûriyê binpê kiriye û bi vî awayî şert û mercên xeternak ji bo qezayên esmanî çêkirine.

 

Vadîm Colêt, Cîgirê Serokê Navenda Rûsî ji bo Lihevanînê li Sûriyê, got ku Amerîka rêgezên nelihevkirinê li Sûriyê binpê kiriye, û “pêşmercên metirsîdar” ji bo qezayên asmanî li wî welatî çêkirine, wek firokeyên şer ên girêdayî “Hevpeymaniya Navdewletî ya Têkoşîna li Dijî Terorê”. Li herêma Eltenef a rojhilatê Sûriyeyê di nava 24 saetan de 6 caran rêgezên pevçûnan binpê kirin.

Herwiha Colêt bal kişand ser 6 binpêkirinên ku ji aliyê 2 balafirên F-15, 2 balafirên Rafal û 2 A-10 ên hevpeymaniê ve li herêma Eltenefê pêk anîne.

 

Rûsya û Amerîkayê di 9ê Kanûna 2019an de rêkeftina Rêbazên Nelihevkirinê îmze kiribûn, di rêkeftinê de hatiye destnîşankirin, ku geştên firokeyan piştî hevahengiya ligel aliyên rûsî pêk werin da ku alozî di rewşa esmanê Sûriyê de çênebe.

Ji bo nehiştina rûbirûbûna di navbera wan de li Sûriyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsyayê “Mekanîzmayeke pêşîlêgirtinê” ava kirin, li gorî yadaştnameyek ji hevtêgihîştinê ya ku ji aliyê her du aliyan ve hatiye îmzekirin, ku tê de peywendiya bi rêya xeteke germ ji bo rêgirtina li her pevçûneke leşkerî destnîşan dike, bi rêya ku her aliyek agahdar dike,din ji operasyon û tevgerên leşkerî yên ku dibe sedema… Hesabkirina şaş, eger her aliyek haya wan ji çalakiyên din tune be.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.