المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Binpêkirin û Birîna daran li Efrînê berdewamin.

0 114

Operasyona birîna daran û binpêkirinên li derheqê gelê Efrînê û xwezaya wê de têne kirin ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam e.

 

Li navçeyên Bilbil û Cindirêsê yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê çekdarên grûpên El Hemze û Siltan Muradê yên ser bi Tirkiyeyê ve 700 dar birîne.

Rewangeha Sûrî a Mafên mirovan ragihand ku li gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê çekdarên grûpa El Hemze 600 darên kerezê birîn.

Heman grûpê li gundê Qijûma yê bi ser navçeya Cindirês jî 18 darên zeytûnan birîn, û herwiha gundên Kokeb û Tilifê 35 û li navçeya Şerayê 46 darên zeytûnan birîn û ew wekî êzing li bazarê firotin.

Û Opozisyona birîna daran li Efrîna Kurdistana Sûriyê armanc jê ji bo daran bikine êzink û bifroşin bazirganiyan ku nirxê yek ton darên zeytûnan digihêje 150 dolarên Emerîkî.

Her li gorî rêxistinên ku ji bo belgekirina binpêkirinên li Efrînê kar dikin, ku ji adara 2018an ve zêdetirî melyon û nîvek dar hatine birîn.

Ragihandina ENK-S ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.