المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Artêşa Israîlê çend cih li Humsê û gundewarê wê armanc kirin.

0 89

Balafirên şer yên Israîlê çend navend li Humsê û gundewarê wê armanc kirin û di encamê de kuştî û birîndar derketin. 

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di şeva Sêşemê de artêşa Israîlê hejmarek bingehên leşkerîû navend li bajarê Humsê û gundewarê wê armanc kirin.

 

û herwiha Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan serbar kir 6 kesên sivîl û 2 milîsên Hizbulah Lubnanî di encama bombebarana Israîlê li ser avahiyek li taxa Elhemar li bajarê Humsê hatin kuştin.

 

Li gorî Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ku ji destpêka 2024an, artêşa Israîlê 9 caran 6 ji wan asmanî û 3 jî bejayî di nav de navend û baregehên leşkerî yên bi ser milîsên biHizbulah Lubnanê û milîsên bi ser Iranê ve li Sûriyê armanc kirine.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.