المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Artêşa Israîlê çend navend li derdora Şamê armanc kirin. 

0 110

Şeva bûrî de artêşa Israîlê êrîşî çend cih li derdora Şamê  kir, û di encamê de kuştî û birîndar hene.

 

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di encama bombebarana asmanî ya Israîlê li ser avahiyek li gundê Esed li nêzîkî navçeya Eldîmas li Rojavayî paytexta Sûriyê Şamê 3 kes hatin kuştin,

û ji ber hebûna birîndaran hîn jî hejmara kuştiyan zêde dibe, û li gorî agahiyan devera hatiye armanc kirin de kesayetiyên pilebilind ên leşkerî û siyasî hene.

 

Li gorî Rewangeha Sûrî ku ji destpêka 2024an, Israîlê 10 caran hejmarek cih li Sûriyê kirin armanc ji wan 7 asmanî û 3 bejayî bûn, herwiha di nav de embarên çekan ,çebilxane, baregeh û navendên leşkerî li Sûriyê di encamê de 28 armanc hatin têkbirin.

 

 

Ragihandina ENK-S ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.