المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI HATINA CEJNA QURBANÊ , XELKÊN KURDISTANA SÛRÎ GILÎ Û GAZINAN DIKIN ..

0 78

 

wek tê zanîn rewşa xelkên Sûrî ji destpêka kirîza Sûrî ji hemû aliyan ve, xerab e, û bi taybet li herêmên Kurdistana Sûrî ,ji bilî rewşa Ewlekariyê ya metirsîdar , û îsal saleke hişk bi ser xelkê ve de hat û ku bêtir debara jiyana welatiyên herêmê li ser çandiniyê ye.

Û ji aliyekî dî jî daketina nirxê lîreya Sûrî li hember nirxê dolarê Emrîkî ,

Ev tişt dihêle xelkên herêmê pêşwazîkirina hemû boneyan bikin bi ne rehetî û xemgînî.

Di derbarê vê yekê de, berêz Mihemed Şêx Beşîr, serokê xwecihiya bajarê Ebû Rasên a bi ser ENKSê ve, ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

 

“Bi helkefta cejna Qurbanê, ez cejna miletê me yê kurd pîroz dikim li seranserî Cîhanê û her çar perçên Kurdistanê.

 

Em dizanin ev cejn bi ser miletê me de tê ,û miletê me di qonaxeke pir zehmet û dijwar de derbas dibin , ji hemû aliyan ve.

çi di warê siyasî de be û çi di warê aborî de be.

Em dizanin miletê me bi hezaran penaber bûne ji dervî welat û herêmên me yê kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî) hatine dagîrkerin ji aliyê Tirkiyeyê û komên Çekdar ên bi ser wê ve, û miletê me dûrî cih û bajar û warên xwe bûne”.

Herwiha Şêx Beşîr got jî:

“Hêviya me, ew e ku Cejnên bê bi ser miletê me bi saya XWEDÊ Cejnên xêr û xweşî bin Cejnên Aştî û aramiyê bin û Sûrî çareseriyek siyasî jê re bê dîtin di rojên bê de û di nav de gelê me yê kurd bighê mafê xwe û bi serfiraz azad bibe.

 

Û rojên bê rojên yekbûna tevgera kurdî ya siyasî be û em bikaribin ew yekrêzbûna me bi lihevkirinek Kurdî – Kurdî çê bibe û bibe pirek ku em bikaribin pê mafên xwe yê rewa di Sûriyeke demokrat û azad de, bi destxînin û hemû gelê me yê resen vegerin cih û warên xwe li ser mal û milkên xwe, û di derbarê wê de, em bi hêvî ne ku hemû girtiyên siyasî û çalakvanên Kurd ên di zindanên PYDê de ne bi serbest bên berdan û em daxwaz dikin ji Emrîkan û fermandarê HSDê ku bi awayekî berpirsiyar li ser vê mijarê rawestin ta nebe nakokî li pêşiya dîyaloga Kurdî -Kurdî “.

 

 

Herwiha welatiyekî, kurd ji gundewarên bajarê Dirbêsiyê bi navê bavê Qasim ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de, em cejna gelê xwe pîroz dikin , Lê bi rastî rewşa xelkê ya aborî pir zahmet bûye û xelk nikarin hemû pêdiviyên pêwîst ji bo cejnê bikirin ”.

 

Herwiha bavê Qasim got jî:

“Tiştê herî balkêş û ne baş ,dema nirxê dolar radibe û dadikeve, firoşkar tim tiştên xwe bi nirxên biha difroşin û nirx cûda ye li her derî û cem her firoşkarekî û ev tişt ji ber ku ti çavdêrî tune ye , û em hêvîdarin ku ev cejn bi xêr û xweşî ser miletê me derbas bibe ”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.