المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Qamişlo hevdîtinek di navbera PDK-sê û Partiya Yekîtî rûda..

0 83

Diho roja yekşemê “18” ê, cotmeha “2020 ” an, şandek ji serkirdayetên PDK-sê serdana ofîsa partiya Yekîtiya Demoqiratî kurdistanî kir.

Û herwiha ev şanda PDK-S ê  ji her yek M, “Mihsên Tahir ” endamê ofîsa Siyasî û herwiha M, “Ebdelkerîm Mihemed” endamê ofîsa Siyasî û berpirsê rêxistina giştî ya PDK-S ê û D.Lezgîn Fexrî endamê ofîsa Siyasî  , pêk hat .

Û şanda yekîtiyê bi serokatiya M,” Fesla Yûsif ” sekirtêra partiya Yekîtî û hin endamên serkirdayetin wê partiyê pêk hat.

Û di derbarî naveroka vê hevdîtinê de M, “Selma Silêman ” endama komîta rêveber di partiya Yekîtiya Demoqiratî kurdistanî de, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Ku diho hevdîtinek di navbera herdû partiyan de li ofîsa partiya Yekîtî ya li bajarê Qamişlo hate li darxistin li ser daxwaza partiya PDK-s ê

Û têde xalên giring li ser rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê gengeşekirin.

Û herwiha di vê hevdîtinê de herdû aliyan li ser rola encûmenê niştîmanî kurdî û helwesta wê û berdewamiya wê di nava Itîlafê de anîn ziman”.

Û herwiha M,”Silêman ” gotina xwe berdewam kir  :

” ku bi zelalî û bi awayekî berfireh axifin li ser diyalokên kurdî _ kurdî û danûstandinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de û herwiha rola serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û piştgirî û piştevaniya wan ji bo van danûstandinan ji ber yêkrêzî û yekhelwesta kurdî danaxuyakirin .

Û ji rexekî dî ve herdû aliyan tekes kirin li ser rola ENKS ê û giringiya berdewamiya danûstandinan derbarî gihiştina armancên erênî û ji bo nêzîkirina aliyên kurdî di vê qonaxa hestiyar de ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê”.
Û herwiha di dawiyê de herdû aliyan êrîşa li ser baregeha PDK ê û şewtandina Alaya kurdistanê li Bexdayê ji aliyê Heşda Şebî ve ev kiryarên Xirab bi tundî şermezar kirin.

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.