المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BALAFIREKE BÊFIROKEVAN HAT AVÊTIN SER BAREGEHEKE LEŞKERÎ YA AMERÎKÎ.

0 102

Balafireke bêfirokevan hat avêtin ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê li zeviyê Konîko ya Sûriyê

Êvara, Çarşemê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî balafireke bêfirokevan ku tê texmînkirin girêdayî girûpên alîgirên Îranê li rojhilatê Sûriyê ye, xist xwarê.

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê ragihandin ku berevaniya esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî firokeyeke bê firokevan a milîsên Îranê li ser baregeha meydanî ya Konîko li bakurê Dêra Zorê xist xwarê.

Berdevkê Pentagonê Patrêk Rayder di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ji destpêka alozbûna rewşa navçeyê ve, navendên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê 127 caran rastî êrişan hatine û sala nû jî bûye şahidê tundkirina êrişan.

Êvariya roja Çarşemê, Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê xistina firokeyeke bê firokevan a bombebarkirî li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ragihand, ku saet derdora 20:58 bi dema Hewlêrê, hewl dabû ku baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî bike armanc.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.