المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA BIRÊZ MAHMÛD HAC ELÎ KIR.

0 144

Nûneratiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê pêşwaziya Endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê mamoste Mahmûd Hac Elî kir.

Di roja Çarşemê 10/1/2024an de, Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya endamê ofîsa siyasî ya Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê birêz Mahmûd Hac Elî kir.

Birêz Mahmûd Hac Elî li baregeha nûneratiyê li Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.

Rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdan bi taybetî, ku girêdayî qonaxa niha ya herêmê ye, hatin gotûbêjkirin, û tekezî li ser giringiya aktîvkirin û pêşxistina rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.