المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HUMS:XELK MAL Û MILKÊN XWE BI BIHAYÊN JI BIHAYÊ WAN KÊMTIR DIFIROŞIN.

0 102

Hums.. Xelk mal û milkên xwe bi bihayan ji bihayê wan kêmtir difiroşin

Parêzgeha Humsê şahidê pêleke nû ya xelkê ye ku di destpêka sala nû de, mal û milkên xwe difroşin, bi armanca koçberkirina derveyî Sûriyê ji bo peydakirina paşerojeke baştir û jiyaneke xweş.

Dezgehên ragihandinê yên Sûriyê ragihandin ku xwediyên ofîsên xaniyan li bajarê Humsê, ku di bin kontrola rêjîma Sûriyê de ye, tekez kirin ku destpêka îsal rastî daxwazeke mezin ji aliyê xelkê bajarê Humsê ve hat ji bo pêşkêşkirina apartmanên xwe û xaniyên ji bo firotinê bi bihayên ji bihayê wan ên rastîn kêmtir in.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Sûriyê, armanca firotina milkan koçberkirina derveyî Sûriyê ye ji bo peydakirina paşerojeke baştir û jiyaneke minasib dûr ji tundûtûjî û tevliheviya ewlehiyê ku li navçeyên di bin kontrola rejîmê de li Sûriyê tê dîtin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.