المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTIYA EWROPA:SÛRÎ JI BO ME WEK PÊŞANIYEKE SEREKE YE.

0 109

Yekîtîya Ewropa: Sûrîye ji bo me wek pêşanîyeke sereke ye

Berpirsê Karûbarên Nûnertiya Ewropî li Sûriyê got ku Yekîtiya Ewropî amûrên xwe yên siyasî kom dike di heman demê de ku alîkariyên mirovî û nemirovî pêşkêş dike ji bo piştgiriya Sûriyan û berdewam li ser tekezkirina Sûriyê.

Dan Stoyinisko di daxuyaniyên çapemeniyê de, destnîşan kir ku “Sûriye hê jî ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê pêşengiyeke sereke ye.”

Û bal kişand ser wê yekê ku “Yekîtiya Ewropî dê giraniya xwe li ser rawestandina şer bi rêya veguhêzeke siyasî li gorî biryara 2254 bidomîne, ji bilî dabînkirina pêwîstiyên Sûriyê, pêşvebirina demokrasî û mafên mirovan, û bilindkirina berpirsiyariya tawanên cengê. .”

Karmendê şanda Ewropî li Sûriyê piştevaniya xwe ji hewlên Şanderê Taybet ê Netewên Yekbûyî Gêr Pedersen re derbarê nêzîkatiya wî ya “gav bi gav” ji bo bihêzkirina proseya siyasî û destpêkirina zû ya karê Komîteya Destûrî nîşan da.

Û bal kişand ser wê yekê ku Yekîtiya Ewropî ligel gelê Sûriyê ye û Komîsyona Yekîtiya Ewropî jî 186.5 milyon euro(Yoro) ji bo piştgirî û alîkariya bi milyonan welatiyên Sûriyê yên ku ji erdheja sala 2023an li Sûriyê rû da, terxan(Dabîn) kiriye.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.