المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ 62EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SÎNEMAYÊ VEJANDIN.

0 50

Di roja Yekşemê 13/11/2022 encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve 62emîn salvegera Pakrewanên şewata sînema Şehrezad li Amûdê bi bîr anî, ku têde 283 xwendekarên Kurd jiyana xwe ji dest dan. ji baştirîn herêmê.

Ev helkefta bi êş û xemgîn bi amadebûna encûmena xwecihî û endamên partiyên ENKSê û kesayetiyên siyasî ji xelkê bajar û gundewarê Amûdê hat vejandin.

Di destpêk de,amadebûn ji aliyê Xwecihiyê ve hatin bixêrhatin û her kes ji bo giyanê pakê Pakrewanên şewata sînemaya Amûdê û şehîdên Kurd û Kurdistanê xulikek bêdeng rêz girtin.

Û li ser bîranîna şehîdên agirê Sînemaya Amûdê destegul hat danîn û mûm ji bo giyanê pakê wan hatin pêxistin.

Axaftina encûmena xwecihî ji aliyê mamoste Ilyas Hemo ve, hate pêşkêş kirin .

Serokê Encumenê her wiha bal kişand ser wê yekê ku ev roj li hemû deverên Sûriyê û Cezayîrê bibe rojeke niştîmanî ji bo rêzgirtina canê van şehîdên ku di temenê gula de bûn.

 

Herwiha birêz Mihemed Umer Şêxmûs jî di derbarê vê helkeftê de axaftinek pêşkêş kir.

Herwiha gelek helbest ji aliyê komek helbestvanên bajêr ve hatin pêşkêş kirin.

Wek tê zanîn 62 sal bi ser şewitandina sînameya bajarokê Amûdê yê Kurdistana Sûrî re derbas dibe.

 

Beriya 62 salan di 13 Mijdara 1960 de 283 zarokên kurd ku çûbûn sînemaya Amûdê, di nav pêtên agir de canê xwe ji dest dan.

Heta niha sedema vê şewatê nehatiye eşkerekirin, lê belê hemû nîşan eşkere dikin ku ev komkujî pilankirî bû.

 

Ji bo piştgirya Şoreşa Cezayîrê fîlmeka xofê bi navê “Tawana Nîvê Şevê” pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin. Di salona sînemayê de, ku tenê têra 200 zarokî dikir, 500 zarokên kurd lê kom kiribûn.

 

Dema ku zarok li fîlm temaşe dikin, di sînemayê de şewat derdikeve. Lê ji ber ku hêzên rejîma Sûriyê di dema şewatê de deriyên sînemayê venakin, 283 zarokên kurd di nav pêtên agir de can didin.

 

Piştî bûyerê derbarê berpirsên sînemayê de ti helwesteke hiqûqî nehat nîşandan û bi fermaneka lezgîn, taziye û şîna ji bo qurbaniyan hat qedexekirin.

 

Heta şoreşa sala 2011an jî rejîma Sûriyê bi ti awayî destûr neda ku ji bo bîranîna komkujiyê çalakî bên lidarxistin.

 

Komkujiya li Sînemaya Amûdê, di dema avakirina Komara Yekgirtina Erebî ya di navbera Sûriyê û Misrê de pêk hat.

 

Di vê demê de li dijî pêkhateyên din û kurdan neyartiyeke mezin dihat kirin.

 

Beriya şewitandina sînemayê bi qasî 3 mehan, 5 hezar kurd ji ber xebatên xwe yên polîtîk hatibûn girtin û ji ber vê yekê tê gotin ku komkujiya Amûdê bi armanca çavtirsandinê hatiye kirin.

 

Mihemedê Se’îd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bû. Di şeva Şewata Sînemaya Amûdê, bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawiyê de stûnek di ser de hat xwarê û canê xwe ji dest da.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.